Loading Now
×
Çima Xewn Ewqas Rastîn Tên Hîs Kirin?

Hûn çavên xwe digirin….

Ji nişkê ve hûn xwe di cîhekî ku bi tevahî cûda de, bi rûyên nenas lê naskirî hatî dorpêçkirî û di bûyerên ku xuya dikin ku ne gengazin de xwe dibînin.

Piştre hûn şiyar dibin…

Dilê we lez dike, bêhna we tê girtin. Lê dîsa jî, hûn dibînin ku tiştek “bi rastî” çênebûye.

Naxwe xewn çima ewqas rast bû?

🧠 Lîstikek Rastîn li ser Mêjiyê Me

Dema ku hûn dikevin xewê mêjiyê we xwe nagire. Berevajî vê, hin beşên wê ji dema ku hûn şiyar in jî çalaktir in. Di qonaxa “REM” de, dema ku hûn xewn dibînin, korteksa dîtbarî û navenda hestyarî (amîgdala) bi taybetî çalak dixebitin. Bi gotineke din, mêjî we dixapîne ku hûn tiştek dibînin. Ji ber vê yekê dîmenên xewnê dişibin fîlman, rengîn, zindî û hestyar in.

Lê li vir hûrgiliyek balkêş heye: Herêma mêjî ku alîkariya we dike hûn rastiyê ji hev cuda bikin – korteksa prefrontal – di vê demê de hema hema bi tevahî tê girtin. Ji ber vê yekê, mêjiyê we dev ji pirsîna “Gelo Ma ev mantiqî ye?” berdide. Di wê gavê de, xewn bi tevahî rast tê hîs kirin.

❤️ Her Tiştê Ku Hûn Hîs Dikin Rast e

Di xewnan de girîn , tirsandin, heta evîndarbûn…

Sebeba hîskirina van hemu hestan ji ber ku navenda hestyarî ya mêjiyê we çalak dimîne. Hûn di xewnê de hîs dikin ku dilê we lê dide ji ber ku mêjiyê we bi rastî wê reaksiyonê çêdike. Laşê we li hember gefek rastîn ku tune ye bertek nîşan dide. Ji ber vê yekê, ji hêla fîzîkî ve hûn “di xew de ne”, lê pergala we ya demarî di rewşek panîkê de ye.

Ji ber vê yekê hin xewn bandorê li me dikin ; mînak xewneke ku kesek me terk dike dikare tevahiya rojê me aciz bike. Ji ber ku ev hest ne berhemeke ku tenê mêjî me dixapîne, ew ji aliyê dil ve bi rastî tê hîs kirin.

🌀 Senaryoya Hiş: Binhişmendî

Xewn ne tenê wêneyên rasthatî ne. Binhişmendî tirs, xwestek û dibe ku bîranînên ku we di nav rojê de tepeser kirine tîne ber çavê we. Xewn carinan çîrokek e ku mejiyê we dixwaze ji we re bêje.

Carinan ew hişyariyek e, carinan xwestekek e, carinan dengvedanek ji rabirdûyê ye… Lê her gav wateyek hildigire.

Tişta herî ecêb di xewnê de gotina min “berê jî ev tişt jiyan kiri bu” ye. Ev hîs ji ber ku mêjiyê me bîr û xeyalê me bi hevdemî di de ber me.

Bi gotineke din, tişteke kuwe qet bi rastî jiyan nekiri ye weke ku we jiyan kirî hûn hîs dikin.

🔮 Rastî ye an Sîmûlasyone?

Zanyar hîn jî bersiva dawî ya vê pirsê nizanin: Ma xewn tenê sînyalên rasthatî yên mêjî ne? An jî hişmendî rastiya xwe diafirîne? Hin neurolog xewnan wekî “ceribandinek rastiya virtual di mêjiyê razayî de” bi nav dikin. Hişmendî ji bo xwe cîhanekî diafirîne û hûn hem temaşevan û hem jî lîstikvanek tê de ne.

Dibe ku her xewnên ku hûn dibînin hişê we fêrî şîrove kirina jiyana rastîn dike. Dibe ku xewn ji bo pêşerojê provayek bin.

☁️ Û Dema Şiyar Bûnê…

Dema ku hûn çavên xwe vedikin, odeya we bêdeng e. Lê mejiyê we gavadin gelek tişt jiyan kiri ye. Dibe ku ew bazda ye, dibe ku ew giriya ye û dibe ku ew dîsa kesek dîtiye. Xewn îspat dikin ku mirov ne tenê di xewê de, di xeyalan de jî hene.

Ji ber vê yekê, li ser bifikirin: Dibe ku cîhana ku em tê de şiyar in jî xewnek be. Û em tenê li benda lêdana alarmê ne. ⏰

Post Comment