Şeva Herî Dirêj a Salê: Şeva Yelda

Şeva Yelda, ku yek ji kevntirîn kevneşopiyên Kurdan tê hesibandin, şeva herî dirêj a salê ye, ku destpêka zivistanê nîşan dide. Ev şev wekî destpêka kin buna şevê û dirêjbuna rojê tê dîtin.

Di salnameya Kurdî de dema ‘Çile’

Li gorî salnameya Kurdî, demsalên zivistan û havînê wekî du serdemên çil rojî yên cuda têne hesibandin.

Ji van serdemên wekî Çileya biçûk û Çileya mezin têne binavkirin. Meh wekî çil roj têne hesibandin.

Şeva 21ê Kanûnê wekî şeva ku çilêya biçûk dest pê dike tê hesibandin û ji ber vê yekê Şeva Yelda / Şeva Çile wekî cejnek tê pîrozkirin.

Wate ya Şevê

Ev şeva ku bi Kurdî wekî Şeva Yelda û bi Farisî wekî Şeb-i Yelda tê binavkirin, di nav gelên Arî de bi sedsalan e tê pîrozkirin. Ew di heman demê de wekî destpêka serdemek nû tê dîtin. Li gorî baweriya Zerdeştiyan, ev şev sembola dema ku tarîtî diqede û ronahî dest pê dike ye. Ji ber vê yekê, ew wekî şevek pîroz tê hesibandin.

Pîrozbahî û Kevneşopî

Ji bo Şeva Yelda li malan ji berê ve amadekarî têne kirin. Xwarin têne amadekirin û sifreyên nûwaze têne danîn.Hinar û şebeş di pîrozbahiyan de cihekî girîng digirin. Şebeş, bi taybetî ji bo vê şevê ji havînê ve tê veşartin. Li gorî baweriyê, ew kesên ku di Şeva Yelda de şebeş bixwin, wê zivistanek xweş û rehettir derbas bikin. Wekî din,hêjîr, gûz, fêkî û şîranî jî li ser sifreyan hene.

Şeva yekîtî û parvekirinê

Di vê şevê de, mal têne xemilandin, malbat û xizm li hev dicivin. Helbest bi muzîkê re têne xwendin, dengbêj klaman dibêjin û çîrok têne gotin. Li hin deveran, çalakiyên komî têne organîzekirin, û pîrozbahî heta derketina rojê berdewam dikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *