Zayîna Cazê û Belavbûna Wê li Seranserê Cîhanê
Caz ne tenê cureyekî muzîkê ye; ew di heman demê de çandek, îfadeyek azadiyê û şêwazek jiyanê ye. Caz di destpêka sedsala 20an de li Başûrê Amerîkayê derketiye holê. Bi lez û bez li çaraliyê cîhanê belav bûye û di dîroka muzîkê de cihekî bêhempa bi dest xistiye.
Koka Cazê
Koka cazê di nav hevgirtina rîtmên Afrîkî û ahengên Ewropî de ye. Mirovên ku ji Afrîkayê bi rêya bazirganiya koleyan anîne Amerîkayê, di vê cîhana nû de ji nû ve şekil dane muzîka xwe. Blues, ragtime û muzîka olî bingehên cazê ava kirine. Bi taybetî New Orleans wekî cihê zayîna cazê tê hesibandin.Çandên cûda hatin cem hev û muzîk dewlemend kirin.Komên yekem ên cazê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê avabun.
Serdema Zêrîn: Swing û Komên Mezin
Di salên 1920 û 1930an de, caz bû muzîka herî populer a Amerîkayê. Ev serdem wekî “Serdema Swing” tê zanîn. Orkestrayên mezin ên wekî Duke Ellington, Count Basie, û Benny Goodman caz anîn qadên konsertan yên mezin. Muzika Swing u çanda dansê, bû serdema ku caz wê demê gihîşt qadên xwe yên herî fireh.
Înovasyona Cazê
Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên cazê împrovîzasyon e. Vê yekê derfet da muzîkjenan ku hestên xwe bi awayekî azad îfade bikin. Hunermendên wekî Louis Armstrong, Ella Fitzgerald, û Charlie Parker ne tenê nota di heman demê de hestên xwe jî anîn ser dikê.
Belavbûna Cazê li Cîhanê
Caz piştî Şerê Cîhanê yê duyemîn li Ewropayê û dûv re li seranserê cîhanê belav bû. Klûbên cazê li bajarên wekî Parîs, London û Berlînê vebûn. Festîvalên cazê li welatên weke Japonya û Rûsya dest pê kirin. Îro, caz bûye zimanekî cîhanî.
Caza Îro
Îro, caz bûye celebên cihêreng, bi funk, rock, muzîka elektronîk û heta bi hip-hopê re bûye yek. Festîvalên cazê li gelek welatên cîhanê têne lidarxistin û yek ji formên herî afirîner ên muzîkê ye.
Encam
Caz ji cureyek muzîkê pir zêdetir e. Ew sembola azadiyê, afirîneriyê û têkiliya çandî ye. Ev rêwîtiya, ku li barên piçûk ên New Orleansê dest pê kir, îro li ser dikên cîhanê berdewam dike.



Post Comment