Destana Rûstemê Zal, ne tenê behsa şerekî dike; ew behsa felsefeya jiyanê, rûmeta malbatê û têkoşîna bêdawî ya di navbera ronahî û tariyê de dike.
Çîroka Evîn û Jidayikbûnê
Berî ku Rûstem were dinyayê, bavê wî Zal hebû. Zal bi porê xwe yê spî hatibû dinyayê, lewma bavê wî Sam ew avêtibû çiyayê Elburzê. Lê teyrê Sîmirg ew xwedî kir. Gava Zal mezin bû û vegeriya, bu evîndarê keça qralê Kabulê, Rûdawê.
Çîrok:
Dema Rûdawê bi Rûstem ducanî bû, bedena wê nikarî bu giranî û mezinahiya wî hilde. Rûdawê ji ta û êşan kete ber mirinê. Zal, perê ku Sîmirg dabûyê de şewitand û Sîmirg hat hawara wan. Sîmirg rêbazek nîşanî wan da: Diviyabû zikê Rûdawê bi kêrê bihata qelaştin da ku zarok derkeve. Rûstem bi vî awayî, wekî “pahlawanekî” amade ji dayik bû. Hê di yek saliya xwe de, wekî xortekî deh salî xuya dikir.
Raxş: Hespê ku bi Xwediyê xwe re Dipeyivî
Lehengî bê hesp nabe, lê hespê Rûstem ne wekî yên din bû.
Çîrok:
Rûstem çû nav keriyên hespan da ku ji bo xwe hespekî hilbijêre. Her hespê ku Rûstem destê xwe didanî ser pişta wî, ji ber giranî û hêza wî pişta hespê dikişiya erdê. Tenê hespekî ciwan ê bi rengê sorê geş li ber xwe da. Navê wî danîn Raxş. Raxş ne tenê hesp bû; di şeran de bi diranên xwe dijmin diçirrandin û di dema xewê de jî nobedariya Rûstem dikir.
Serpêhatiya Heft Xan (Heft Qonax)
Keyê Îranê, Keykawus, ji ber quretiya xwe li herêma Mazenderanê dîl dikeve destê dêwan. Rûstem bi tena serê xwe, li ser pişta Raxş bi rê dikeve da ku here wî rizgar bike.
Çîrok:
Di vê rêya dijwar de, Rûstem di 7 qonaxên re derbas dibe:
Şerê Şêr: Raxş şêrekî ku êrîşî Rûstemê di xewde bu kiribû, bi tenê kuşt.
Biyaban: Rûstem li biyabaneke bêav nêzîkî mirinê bû, lê pezkovekî rê nîşanî wî da ber bi kaniyê.
Ejderha: Rûstem û Raxş bi hev re ejderhayekî mezin ê ku agir dibarand kuştin.
Pîreboka Sêrbaz: Pîrebokekê xwest bi xwarin û mûzîkê Rûstem bixapîne, lê Rûstem bi zendê xwe yê pola ew parçe kir.
Girtina Ewlade: Rûstem serokekî herêmê dîl girt da ku rêya qesra dêwan nîşanî wî bide.
Kuştina Erjeng Dêw: Parêzgerê qesra dêwan têk bir.
Dêwê Sipî: Di şikefteke tarî de, Rûstem bi Dêwê Spî re şer kir, dilê wî derxist û bi xwîna dilê wî, çavên Keyê ku kor bubûn sax kir.
Trajediya Herî Mezin: Rûstem û Suhrab
Ev beşa herî xemgîn a destanê ye. Rûstem li welatekî dûr, bi keça qralê Semenganê, Tehmîneyê re zewicîbû. Berî ku biçe, bazinek da Tehmîneyê û got: “Heke zarokê me bibe keç, bide pora wê; heke bibe kur, bi milê wî ve girê bide.”
Çîrok:
Kurê wan Suhrab mezin bû û bû lehengekî bêhempa. Suhrab xwest bavê xwe bibîne, lê şer qewimî û her du artêş hatin beramberî hev. Bav û kur li qada şer rûbirû bûn, lê hevdu nas nedikirin. Rûstem di tirsa ku ev xortê bihêz wî têk bibe, lewma bi xencerê li kezeba Suhrab da. Gava Suhrab li ber mirinê bû, got: “Bavê min Rûstem ê heyfa min ji te bistîne.” Rûstem dilerize, bazinê li milê kurê xwe dibîne û dinya bi serê wî de hildiweşe. Wî bi destê xwe, kurê xwe kuştibû.
Mirina Leheng: Xiyaneta Birayê Wî
Rûstemê ku bi hezaran dêw û artêş têk birin, bi xiyanetê hat kuştin.
Çîrok:
Birayê wî Şexad, ji ber hesûdiyê çalek tijî ji şûr û xencerên jehrî amade kir û serê çalê bi kayê girt. Raxş fêm kir ku xeter heye û nexwest biçe, lê Rûstem ew bi zorê bir. Her du jî ketin nav çalê. Rûstem di kêliya mirinê de, tîrek avêt û birayê xwe yê xayin li pişt darê kuşt, piştre çavên xwe li jiyanê girt.
Encam û Agahî
Destana Rûstemê Zal, nîşan dide ku lehengî ne tenê serkeftine; carinan êş e, carinan xiyanet e û carinan jî wijdan e. Di wêjeya Kurdî de, navê Rûstem ji bo mêrxasiyê bûye pîvan.
