• Derûnnasî
  • Ol
  • Meha Remezanê: Bereket, Sebir û Manewiyat

    Meha Remezanê meha îbadet, sebir û parvekirinê ye ku di alema Îslamê de xwedî girîngiyeke mezin e. Ev meha pîroz ne tenê ji bo rojîgirtinê, di heman demê de ji bo paqijkirina ruhî û bedenî, alîkariya hev û nêzîkbûna Xwedê ye.

    Girîngî û Fezîletên Remezanê

    “Meha Remezanê ew meh e ku tê de Qur’an ji bo rêberiya mirovan û bi delîlên diyar ên rêberiyê û cudakirina heq û neheqiyê hatiye xwarê…” (Beqere, 2:185).

    Armanca vê mehê ne tenê ew e ku mirov xwe ji xwarin û vexwarinê dûr bixe, lê her wiha ji gotin û reftarên nebaş dûr bikeve û sebir û exlaqê xweş xurt bikin.

    Rojî û Paqijiya Ruhanî

    Rojîgirtin ne tenê birçîbûn e. Di wateya rast de rojî ji bo terbiyekirina can û fêrbûna sebir û şikiriyê ye. Kesê ku di nava rojê de bi birçîbûn û tîbûnê tê ceribandin, qîmeta bereketan baştir fêm dike û rewşa feqîran fêm dike. Ev hişmendî hestên parvekirin û alîkariya hev xurt dike. Rojîgirtin îradeya mirov xurt dike û wî ji adetên xerab dûr dixe. Pêxemberê me destnîşan kir ku divê rojî ne tenê zik, lê ziman, çav, guh û dil jî ji heram û xeraban biparêze.

    Di Remezanê de Alîkarî û Parvekirin

    Remezan meha ku herî zêde parvekirin û alîkariya hev tê jiyandin e. Di vê mehê de îbadetên wek zekat û sedeqe zêdetir tên kirin û ji kesên hewcedar re piştgirî tê dayîn. Sifreyên fitarê ji wan kêliyên herî xweş in ku yekîtî û hevgirtinê xurt dike. Her wiha meha Remezanê Mislimanan ber bi qenciyê ve teşwîq dike û hevgirtina civakî zêde dike. Alîkariyên ku di vê mehê de têne kirin, girêdanên hezkirin û dilovaniyê di navbera mirovan de xurt dikin.

    cropped-wate_instagram_profil-192x192 Meha Remezanê: Bereket, Sebir û Manewiyat
    Bi sepana Wate bixwîneGotaran tomar bike, peyvan fêr bibe û her roj gotineke pêşiyan bistîne.

    Leyletul Qedr: Şeva ji hezar mehan bi xêrtir

    Şeva Qedrê ku şeva herî bi qîmet a meha Remezanê ye, wek şeva ku Quran tê de nazil bûye tê zanîn û ji hezar mehan çêtir e.

    “Me ewa (Qur’an) di şeva Qedrê da daxistiye. Tu çi dizanî şeva Qedrê çi ye? Şeva Qedrê ji hezar mehan çêtir e.” (Sûreya Qedr, 97:1-3).

    Ev şev yek ji wan demên herî bi bereket e ku divê bi dua û îbadetê bê nirxandin. Di vê şevê de Misliman pir dua dikin, Quran dixwînin û ji Xweda efûyê dixwazin.

    Cejna Remezanê: Şahî û biratî

    Di dawiya meha Remezanê de Cejna Remezanê tê pîrozkirin da ku kêfa temamkirina rojiyê bê jiyîn. Cejn sembola yekîtî, hevgirtin û biratiyê ye. Kal û pîr tên ziyaretkirin, zarok kêfxweş dibin, feqîr û belengaz nayên jibîrkirin.

    Nimêja sibeha eydê yek ji baştirîn nimûneyên hevgirtina civakî ye. Di cejnê de mirov kesên ku ji hev ketine li hev dikin, kînên xwe ditewînin û atmosferek evîndar diafirînin.

    Meha Remezanê ne tenê birçîbûn e; Meha sebir, îbadet, hevkarî û pakbûna ruhî ye. Ev meha pîroz ruhê mirovan geş dike, wan dike mirovên dilovan, hestiyar û hişmendtir. Her Remezanê derfetek pêşkêşî me dike: em xwe nû bikin, ji xeletiyên xwe ders werbigirin û bibin mirovek çêtir.

    Çavkanî

    • Quran, Sûreya Beqere, 2:183–185.
    • Esposito, J. L. (2011). What everyone needs to know about Islam (2nd ed.). Oxford University Press.
    cropped-wate_instagram_profil-192x192 Meha Remezanê: Bereket, Sebir û Manewiyat
    Wate li ser telefona te!Gotarên Kurmancî, dersên Fêrgehê, lîstikên ziman û ferheng — hemû di sepanekê de, belaş.

    Şîroveyekê binivîse

    Navnîşana e-nameya te nayê weşandin. Qadên pêwîst bi * hatine nîşankirin

    3 deq
    Wate
    Wate – Bi Kurdî BixwîninSepana Kurmancî ya herî berfireh: gotar, Fêrgeh, lîstik û ferheng. Niha belaş daxe!