• Astronomî
  • Zanistî
  • Rêwîtiya Demê û Teoriya Îzafiyetê

    Rêwîtiya demê têgehek e ku di çîrok û nîqaşên zanistiyê de pir caran tê dîtin. Lêbelê, lêkolînên teorîkî yên xwezaya demê û îmkanên fizîkî yên rêwîtiya demê ne tenê çîrok in; ew bûne mijara lêkolîneke zanistî ya cidî. Ev gotar dê li ser têgînên bingehîn ên rêwîtiya demê bisekine û ka teoriya îzafiyetê ya Albert Einstein vê mijarê çawa ronî dike.

    Xwezaya Demê û Îzafiyet

    Ji bo têgihîştina rêwîtiya demê, pêdivî ye ku mirov xwedî hin agahiyên bingehîn li ser ka dem bi xwe çawa dixebite hebe. Fîzîka Newtonî ya kevneşopî texmîn dike ku dem ji bo hemî çavdêran bi rêjeyeke yeksan diherike. Ev nêzîkatî diparêze ku dem gerdûnî ye û ji bo her kesî bi heman rêjeyê derbas dibe. Lêbelê, teoriyên Einstein nîşan dan ku dem xwediyê avahiyeke nerm e û dikare li gorî tevgera çavdêr, girseyê û faktorên din biguhere.

    Îzafiyeta Taybet û Têgeha Demê

    Teoriya Îzafiyeta Taybet a Einstein, ku di sala 1905an de hat weşandin, eşkere kir ku ji bo tiştên ku nêzî leza ronahiyê tevdigerin dem hêdîtir derbas dibe. Ev diyarde bi navê “dirêjbûna demê” (time dilation) tê zanîn. Li gorî îzafiyeta taybet, her ku cisimek nêzî leza ronahiyê dibe, dem ji bo wê cismê hêdîtir dimeşe.

    Ev yek di derbarê rêwîtiya demê de ramanek balkêş derdixe holê: Eger kesek rêwîtiyekê nêzî leza ronahiyê bike, ferqa di navbera dema ku li ser rûyê erdê û ya ku li fezayê derbas bûye zêdetir dibe.

    Mînak, heke hûn bi lezeke pir bilind biçin fezayê û vegerin, dema ku ji bo we derbas bûye dê ji salên ku li dinyayê derbas bûne kurttir be. Em dikarin vê yekê wekî rêwîtiya ber bi pêşerojê ve bifikirin.

    cropped-wate_instagram_profil-192x192 Rêwîtiya Demê û Teoriya Îzafiyetê
    Bi sepana Wate bixwîneGotaran tomar bike, peyvan fêr bibe û her roj gotineke pêşiyan bistîne.

    Îzafiyeta Giştî û Rêwîtiya Demê

    Teoriya Îzafiyeta Giştî ya Einstein ku di sala 1915an de hat weşandin, têkiliya di navbera girse û enerjiyê û dem û mekan de diyar dike. Ev teorî pêşniyar dike ku dem ne tenê bi lezê, lê di heman demê de ji hêla bandorên gravîtasyonê ve jî dikare were tewandin. Bi taybetî, hate dîtin ku dem li dora girseyên mezin hêdîtir diherike. Ev diyarde li derdora qadên gravîtasyonê yên xurt (mînak çalên reş) zêdetir diyar dibe. Çalên reş di teoriyên rêwîtiya demê de navendî ne.

    Çalên reş dibin sedem ku feza-demê ewqas bi tundî ditewîne ku dema ji derve tê temaşekirin li wan herêman dem pir hêdî xuya dike. Ji hêla teorîkî ve, gera li dora çalên reş dikare îxtîmala “rêwîtiya ber bi paşve” pêşkêş bike. Lê di vî warî de zehmetiyên cidî yên pratîk û nenas hene. Pêşbîniyeke din a balkêş a îzafiyeta giştî çalên kurmikan in.

    Çalên kurmikan dikarin cihên cûda ên gerdûnê bi hev ve girêbidin. Çalên kurmikan dikarin di dem û fezayê de kurte rêyekê biafirînin, ango mirov bi vê kurte rê yê dikare berbi paşerojê an jî pêşerojê ve biçe. Lêbelê, hebûna çalên kurmikan hêj nehatiye îsbat kirin.

    Paradoksên Rêwîtiya Demê

    Rêwîtiya demê bi xwe re hin paradoksên mantiqî jî tîne. Yek ji paradoksên herî navdar “paradoksa bapîr” e. Li gorî vê paradoksê, eger mirov berê xwe bide dema paşve û bapîrê xwe bikuje, ew mirov çawa dikare hebûna xwe bidomîne?

    Ji ber ku bapîrê tunebûyî wê pêşî li çêbûna wî mirovî bigire. Paradoksên wiha nîşan didin ku dibe ku rêwîtiya ber bi paşerojê ve bi fizîkî ne gengaz be.

    Çavkanî

    • Einstein, A. (1905). Zur Elektrodynamik bewegter Körper. Annalen der Physik, 17, 891–921.
    • Hawking, S. (1988). A brief history of time. Bantam Books.
    • Morris, M. S., Thorne, K. S., & Yurtsever, U. (1988). Wormholes, time machines, and the weak energy condition. Physical Review Letters, 61(13), 1446–1449.
    cropped-wate_instagram_profil-192x192 Rêwîtiya Demê û Teoriya Îzafiyetê
    Wate li ser telefona te!Gotarên Kurmancî, dersên Fêrgehê, lîstikên ziman û ferheng — hemû di sepanekê de, belaş.

    Şîroveyekê binivîse

    Navnîşana e-nameya te nayê weşandin. Qadên pêwîst bi * hatine nîşankirin

    4 deq
    Wate
    Wate – Bi Kurdî BixwîninSepana Kurmancî ya herî berfireh: gotar, Fêrgeh, lîstik û ferheng. Niha belaş daxe!