Zanîngeha Nisêbînê û Dêra Mar Yaqûb
Dîroka mirovahiyê li ser axa Kurdan bi gelek şaristanî û baweriyan re hûnandî ye. Piştî serdema Zerdeştiyê, herêma Torê bûye navenda belavbûna Xirîstiyaniyê û li ser vê axê gelek dêr û keşîşxane hatine avakirin. Di nav van de, Dêra Mar Yaqûb û Zanîngeha Nisêbînê wekî sembola zanistî û baweriyê, di dîroka cîhanê de cîhekî taybet digirin.
1.Serdema Destpêkê û Belavbûna Xirîstiyaniyê
Li gorî rîwayetan, gelê Nisêbînê di sedsala 2yemîn de bi hewildanên şagirtên Îsa (wek Mar Aday, Ziyane û Mar Marî) gav bi gav derbasî Xirîstiyaniyê bûn. Gelê Mîrîtîya Abgarê hîn di sala 38ê P.Z. de bûne gelê Xirîstiyan ê yekemîn .
Her çend Împaratoriya Romayê di destpêkê de li hemberî vê olê bi tundî derketibe û komkujî pêk anîbin jî, Nisêbîna di bin hukmê Sasanîyan de ji bo Xirîstiyanan bû penageheke ewle. Piştî Fermana Mîlano (313 P.Z.), Xirîstiyanî bi fermî hate naskirin û zextên li ser bawermendan kêm bûn.
2.Şahesera Mîmarî: Dêra Mar Yaqûb
Mar Yaqûb di nîvê sedsala 3yemîn de ji dayik bûye û piştî jiyaneke keşatî, di sala 309an de wekî epîskoposê Nisêbînê hatiye hilbijartin. Mar Yaqûb di sala 313an de dest bi avakirina dêra ku îro jî beşek jê li ser piyan e, kiriye.
- Taybetmendiyên Avahiyê: Dêr bi kevirên 3 metreyî, neqşên hosteyî û nîvqubeyên xwe berhemeke hunerî ye.
- Dîroka Nûkirinê: Di sala 1872yan de dîwarê wê yê aliyê rojava hatiye nûkirin û avahiya metropolîtiyê li ser banê wê hatiye zêdekirin.
- Gora Pîroz: Mar Yaqûb di sala 338an de çûye rehmetê û gora wî di binê vê dêrê de ye.
3. Zanîngeha Nisêbînê: Navenda Zanistî û Felsefeyê
Zanîngeha Nisêbînê, ku yek ji zanîngehên ewil yên cîhanê tê hesibandin, di sala 326an de ji aliyê Mar Yaqûb û şagirdê wî Mar Eframê Sîros ve hatiye vekirin.
Bernameya Perwerdehiyê
Li vê zanîngehê di navbera 800-1000 xwendekarî perwerde didîtin. Zimanê sereke Suryankî bû, lê Grekî jî dihat hînkirin. Beşên sereke yên perwerdehiyê ev bûn:
- Felsefe û Mantiq
- Edebîyat û Hiqûq
- Geometrî, Astronomî û Tib
Mar Efram, ku rektorê vê zanîngehê bû û bi 3 milyon risteyên xwe tê naskirin, mînaka asta bilind a perwerdehiya Nisêbînê ye.
4. Guherînên Siyasî û Akademîya Nastûrî
Piştî ku di sala 363yan de Nisêbîn ket bin destê Sasaniyan, perwerdehî rawestiya û mamoste çûn Rihayê (Edessa). Lê belê, di sala 489an de dema li Bîzansê zext li ser Nastûriyan zêde bû, zanîngeh dîsa hate Nisêbînê. Di bin navê Akademîya Nastûrî de heta sedsala 13emîn xizmet da. Nisêbîn di vê serdemê de wekî “Dergûşa zanyariyê” û “Dayîka mamosteyan” hate binavkirin.
5. Destûr û Zagonên Zanîngehê
Zanîngeha Nisêbînê bi pergaleke pir dîsîplîn û hişk dihat birêvebirin. Hin zagonên balkêş ên wê demê ev in:
- Rêveberî: Rektor bi şêwirîna lijneyê tê hilbijartin; hizbperestî qedexe ye (Zagon 1, 2).
- Dîsîplîn: Xwendekarên ku sûc dikin, piştî sê hişyariyan ji zanîngehê û bajêr têne derkirin (Zagon 21).
- Jiyana Akademîk: Di dema xwendinê de karkirin qedexe ye; xwendekar tenê di betlaneyê de (Tebax-Kewçêr) dikarin bi bazirganî an sin’etan dakevin (Zagon 5).
- Sîstema Razanê: Her xwendekarek xwedî odeyeke yekkesî ye; du kes nikarin di odeyekê de bimînin (Zagon 10).
- Kontrola Malî: Serkar nikare bêyî şahidan û şêwirê pereyên saziyê xerc bike (Zagon 6).
Encam
Nisêbîn, bi dêra xwe ya pîroz û zanîngeha xwe ya dîrokî, ne tenê navendeke olî, di heman demê de mînaka herî kevin a pergala akademîk e. Ev mîrasa ku heta sedsala 20emîn wekî navenda epîskoposiyê berdewam kiriye, rûmeta çandî û zanistî ya herêmê nîşan dide.



Post Comment