Loading Now
×
Teknîkên Fêrbûna Mayinde

Îro, di cîhana modern de gelek agahî hene lê ji bo fêr buna van agahiyan dem ji bo me gelek kurte. Gelek kes hewl didin ku gelek agahiyan fêr bibin, dixwînin, lêkolînan dikin lê gelek caran bi rastî fêr nabin ji ber ku bîr anîna van agahiyan carinan gelek zehmet dibe.
Ev pirsgirêk ne kêm buna kapasîta ya mirovane, pirsgirêk di rêbaza hîn bunê de ye.

Mêjî ji bo bi be amûrek tomarkirinê ya pêşketî ; hewce buna wê bi dubarekirin, bi têkilî û bi girêdana hestyarî heye.

Li vir ji bo fêrbûna bi bandor çend rêbazên bingehîn hene;

📌 1. Dubarekirina Bi Navber

Fikra “Ez vê tiştê fêr bûm, êdî ne hewceye ez lê meyzênim ” xelete. Ji bo ku ew tişt wê zû were ji bîr kirin

Pergala Mêjî, eger ku em tiştekî fêr bun û me ew tişt dubare nekir an jî me di jiyana xwe ya rojane de bi kar ne anî wê tiştê wek tiştek ne girîng di hesibînê û wê jibîr dike. Ev tiştek normale ji bo ku mêjîyê me wilo hatiye bernamekirin.

ji bo xwedî buna bîreke xurt pergala dubarekirinê divê bi vî şiklî be:

dubarekirin: Piştî 24 demjimêran

dubarekirin: Piştî 3 rojan

dubarekirin: Piştî 7 rojan

dubarekirin: Piştî 30 rojan

Bi bi kar anîna vê pergalê, tiştên ku em fêr dibin, demek dirêj di mêjî de têne bi bîranîn.

📌 2.Bîranîna Çalak

Xwendin bi tena serê xwe ne fêrbûn e.
Piştî xwendinê, divê em ji mejiyê xwe çend pirsan bipirsin; bi vî şiklî, fêrbûn bihêztir dibe.

Mînak, pirsên wekî:

“Gelo ez dikarim tişta ku min niha xwendiye bi şîroveya xwe carekedî rave bikim?”

An jî

“Eger ez vê agahiyê ji kesekî re rave bikim, ez wê çawa bikim?”

Bi saya van pirsan, agahdariya ku em fêr dibin mayinde dibe.

Fêrbûn = dubarekirine.

📌 3.Çima Hin Agahî Bêtir Di Hişê Me De Dimînin?

Mêjî ji agahiyên xwerû bêtir, agahiyên ku hatine bi wate kirin bi bîr tîne.
Agahî dema ku bi hestan, bi wêneyan an jî bi tecrûbeyek kesane re tê ne girêdan, ew bandorek xurttir li ser hişê me çêdike.

Ji ber vê yekê:

✨ Mînakên ku li ser agahiyê têne dayîn fêr bunê hêsantir dikin.
✨ Metaforên ku li ser agahiyê têne dayîn ji jiberkirina bi rêkûpêk bi bandortir in.
✨ Vegotina agahiyê bi awayê Çîrokî alîkariya hişê me dike ku ew agahî demek dirêj di bîra me de bimîne.

Mînak,

Dema ku em mijarekî di nav çîrokekê de hîn dibin, mêjî yê me wê ne wekî agahîyek asayî, wê wekî agahîyek gelek girîng û hêja dibîne û wê ji bo me demek dirêj di veşêre. Ji ber vê em çîrokan zû ji bîr nakin.

📌 Bikaranîna agahiyên fêr bû yî

Mêjî agahiyên ku na yên bi kar anîn , ji bîr dike.
Eger em agahiyên ku em fêr bûne di jiyana rojane de bikar neînin, hişê me wan wekî “nehewce” bi nav dike û di dawiyê de jî ji bîr dike.

Xwendin, guhdarîkirin, an jî tenê girtina notan têrê nake.
Agahî tenê dema ku tê bi kar anîn mayînde dibe.

Ji ber vê yekê, rêya herî bibandor a fêrbûnê ev e:

👉 Biceribînin – Dest bi bi kar anîna agahiyan bikin

👉 Xeletiyan bikin – Xeletî amûra fêrbûna herî bihêz a mêjî ye.

👉 Fêr bibin – bi tecrûbeyan zanîna xwe peş bixin , Zanîna bi tecrûbeyan di hişê we de agahiyan mayinde dike.

Zanîna ku tê bi kar anîn şopekî li ser hişê we dihêle,
Ew vediguhere tecrûbeyan û nayê jibîrkirin.

🧠 Encam

Fêrbûn ne karekî zehmet e.

Bi rastî ya zehmet ewe ku tiştên ku em hîn bu ne, em wan di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin.

Tiştên ku hun fêr bûne di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin – Jiyana xwe bi ronahiya zanîne pêştir bixin.

Post Comment